Di zindanên rejima îşxalker de heta niha 74 kes şehîd bûn

Di zindanên rejima sîyonîst a îşxalker de, ji 7ê Cotmehê vir ve hejmarê êsîrên ku şehîd bûne derket 74 kesan.
Di zindanên ku kêmasî û îxlalên amûrên tibbî, birçîhiştin û îşkenceyê têne jîyandin de, Filistînîyekî dinê jî şehîd bû, ji 7ê Cotmeha 2024an vir ve hejmarê Filistînîyên ku di zindanan de şehîd bûne derket 74 kesan.
Di daxuyanîyeke hevpar a ku ji teref Cemîyeta Êsîrên Filistînî û Lijneya Yên ku Hatine Serbestberdan û Êsîran ve hat belavkirin de, hat destnîşankirin ku di zinadanan de îxmalên tibbî, îşkence û birçîhiştin têne kirin, ji ber vê yekê jî êsîrên Filistînî şehîd dibin.
Hat îfadekirin ku Semîr Muhammed Yusuf er-Rufaîyê 53 salî ku ji Cenîna Şerîaya Rojavayê ye û di zindanê de girtîye şehîd bûye.
Hat îfadekirin ku Rufaî ew ê îro cara yekem derketana ber hakim, zewicandî û bavê 5 zarokan bûye û di 10ê Tîrmehê de hatîye desteserkirin. Li gorî rapora ku malbata wî girtîye Rufaî nexweşînê qelb bûye û lazimatîya wî ji şopandina tibbî re hebûye.
Bi tevî Rufayî hejmarê şehîdên Filistînî yên ku di zindanên sîyonîstan de şehîd bûne ji 7ê Cotmehê vir ve derketîye 74 kesan.
Di daxuyanîyê de ji mirina Rufaî bi temamî rejima sîyonîst tê mesulgirtin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Sekreterê Giştî yê Tevgera Hizbullahê Şêx Naîm Qasim di axaftina xwe ya salvegera şehadeta yek ji fermandarên xwe yên payebilind Elî Karakî de ragihand ku ew ê li dijî rejîma sîyonîst micadeleya xwe bidomînin.
HAMASê bang li cîhanê kir ku bi meşên mezin û zextên sîyasî bertekek li dijî polîtîkayên qirkirin û birçîkirina rejîma sîyonîst ên li Xezzeyê nîşan bidin.
Hanzala, keştiya nû ya Flotîla Azadiyê, ku dê ji bo gihandina alîkariyên mirovî ji bo Xezzeya ku di bin dorpêça rejîma sîyonîst de ye, bi rê bikeve, piştî temamkirina amadekariyên xwe yên dawîn, dê di 20ê Tîrmehê de ji Bendera Galîpoliyê derkeve.
Li bajaroka Yabuda Cenînê Amr Kabhaya 13 salî di gulereşandina îşxalkeran de şehîd bû. Midexeleya ambûlansê hat astengkirin, bav Kabha jî ji teref leşkeran ve hat derbkirin û êsîrgirtin.