Di navbera Îran û Emrîka de li ser teftîşên nukleerî nakokî
Serokê Emrîkayê Donald Trump îddîa kir ku Îran razî bûye ku bêdawî teftîşên nukleerî bike, lê Îranê ev îddîa red kir. Di demekê de ku danûstandinên di navbera aliyan de berdewam dikirin, Senatoya Emrîkayê jî biryarek sembolîk derxist ku daxwaza rawestandina êrîşên leşkerî yên li dijî Îranê dike.
Serokê Emrîkayê Donald Trump ragihand ku Îran razî bûye ku tesîsên xwe yên nukleerî bêdawî kontrol bike. Lêbelê, rayedarên Îranî diyar kirin ku di hevdîtinên li Swîsreyê de bernameya nukleerî nehatiye nîqaş kirin û di derbarê vegera mufetîşên Ajansa Enerjiya Atomî ya Navneteweyî bo welat de ti soz nehatiye dayîn.
Daxuyaniyên aliyan piştî bidawîbûna gera yekem a danûstandinan li Swîsreyê eşkere kirin ku li ser mijarên sereke yên ku hatine nîqaşkirin nakokiyên girîng hene. Der barê rakirina dorpêçên aborî, rewşa Tengava Hurmuzê û pêşketinên herêmî de nirxandinên cûda hatin kirin.
Serokê Emrîkayê her wiha ragihand ku wî destûr daye ku 6 milyar dolar ji hebûnên cemidî yên Îranê ji bo kirîna berhemên Amerîkî werin bikaranîn.
Tê texmînkirin ku danûstandinên di navbera aliyan de di 60 rojên were de berdewam bikin, û xalên sereke yên nakokiyê, bi taybetî yên di derbarê mijara nukleerî de, werin çareserkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Hejmara şehîdên ku di êrîşên rejîma sîyonîstî ya li ser Xezzeyê de ji Cotmeha 2023an vir ve hatine kuştin gihîştiye 73 hezar û 41 kesan.
Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ragihand ku ew amade ye ji bo ji nû ve destpêkirina mizakereyên aştiyê bi Ukraynayê re, û Mizakereyên Stenbolê yên sala 2022an wekî model nîşan da.
Bajarokê Burin ê li başûrê Nablusê bû cihê êrîşeke nû ya çeteyên Cihûyan. Çeteyan xaniyek hedef girtin, du wesayît wêran kirin û di êrîşa gaza rondikrêj de zilamekî Filistînî û zarokên wî birîndar kirin.
Li herêma Vaucluse ya Fransayê, du xwişk û bira yên 2 û 4 salî, di rojekê de ku germahî nêzîkî 40 pileya Celsius bû, di hundirê wesayîtek parqkirî de mirî hatin dîtin.