Derbeke mezin li muxalefeta Tunisê: Ji Raşîd Gannûşî re cezaya muebbetê hat birîn
Dadgeheke li Tunisê cezayê muebbetê da serokê Tevgera Ennahda û serokê berê yê Parlamentoyê Raşîd Gannûşî. Derdorên muxalefetê vê biryarê wekî gaveke nû di pêvajoya rêveberiya Serok Kaîs Saîd de dibînin ku reqîbên siyasî bi rêya dadweriyê ji holê radike, di heman demê de rêxistinên mafên mirovan rexneyên xwe yên li ser siyasîkirina dadweriyê didomînin.
Li Tunisê, zextên li ser muxalefetê gihîştine astek nû. Dadgehek li paytext Tunisê, di dozekê de ku tê îddîakirin ku beşek ji "rêxistina veşartî ya Ennahda" ye, cezayên zindanê yên dijwar li Raşîd Gannûşî, serokê Tevgera Ennahda û Serokê berê yê Parlamentoyê, û gelek siyasetmedarên din birî.
Li gorî biryara ku ji aliyê daîreya sûc a ku dozên terorîzmê birêve dibe ve hat ragihandin, Gannûşiyê 84 salî cezayê muebbetê lê hat birîn. Gelek bersûcên din ên di heman dozê de bi tevahî bi dehsalan cezayên hepsê wergirtin. Dadgehê her wiha ferman da ku hemû bersûc ji bo pênc salan di bin çavdêriya îdarî de bên danîn.
Doz piştî serlêdanên parêzerên siyasetmedarên Tunisî Şukrî Beled û Muhammed Brahmî, yên ku di sala 2022an de hatin kuştin, û dozgeriyê hate vekirin. Tîma parastinê îddîa kir ku di nav Tevgera Ennahdayê de rêxistineke veşartî heye ku ketiye nav saziyên dewletê. Lêbelê, Ennahdayê bi berdewamî tohmetan red kiriye û diyar kiriye ku doz ji ber sedemên siyasî ye.
Reaksiyoneke tund ji muxalefetê
Piştî biryarê, derdorên muxalefetê û parêzvanên mafên mirovan bertek nîşan dan û gotin ku dadweriya li Tunisê ji bo tolhildana siyasî veguheriye amûrek. Nûnerên muxalefetê dibêjin ku ji dema ku Serok Kaîs Seîd di sala 2021an de rewşa awarte da destpêkirin, qada sîyasî ya li welat her ku diçe teng dibe û kesayetên muxalefetê bi rêya dozên li pey hev tên bêdengkirin.
Rexne tekez dikin ku doz û cezayên gelek ên ku di salên dawî de li dijî serokê Ennahda Gannûşî hatine dayîn ne tenê aliyekî qanûnî lê di heman demê de aliyekî siyasî jî heye. Dijber dibêjin ku destkeftiyên demokratîk li Tunisê tên tunekirin û siyasetmedarên xwedî nêrînên cuda bi zexta dadwerî tên bêtesîrkirin.
Rewşa tenduristiya wî cihê fikaran e
Ev biryar di demekê de tê ku nîqaşên berdewam ên li ser tenduristiya Ganûşî berdewam dikin. Nêzîkî mehek berê, Tevgera Ennahda ragihand ku Ganûşî, ku ji nexweşiyên kronîk dikişîne, di girtîgehê de rewşa tenduristiya wî xirab bûye û ew birine nexweşxaneyê.
Cepheya Rizgariya Neteweyî ya muxalefetê jî, bi hinceta pirsgirêkên tenduristiyê, daxwaza serbestberdana Ganûşî kiribû.
Hêzên ewlehiyê yên Tunisê di Nîsana 2023an de bi ser mala Gannûşî de girtin û ew binçav kirin. Ji hingî ve, rêberê Ennahdayê di gelek dozan de hatiye darizandin û gelek cezayên girtîgehê lê hatine birîn. Herî dawî, di doza "rûniştina Remezanê" de ku di Nîsanê de hatiye dîtin, 20 sal cezayê girtîgehê lê hatiye birîn.
"Rexneyên li ser bêdengkirina muxalefetê zêde dibin"
Desthilatdarên Tunisê îddîa dikin ku siyasetmedarên girtî ne ji ber nêrînên xwe yên sîyasî, lê ji ber sûcên li gorî qanûna cezayî têne darizandin. Lêbelê, partiyên muxalefetê û gelek rêxistinên mafên mirovan dibêjin ku polîtîkayên ku di salên dawî de ji hêla rêveberiya Kais Said ve hatine meşandin, desthilatdariya yek kesî li welêt xurt kiriye û dengên nerazî yek bi yek bêdeng kiriye.
Kiryarên Seîd, ku di sala 2021an de bi rawestandina parlementoyê û piştre bi yekkirina desthilatên berfireh dest pê kirin, demek dirêj e ji aliyê muxalefetê ve wekî "hilweşandina rêziknameya destûrî" û "kêmkirina sîyaseta sivîl" têne rexnekirin. Biryara dawî ya derbarê Gannûşî de ev nîqaş ji nû ve geş kir. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Şêwirmendê Rêberê Dînî yê Îranê Mucteba Xameneî û fermandarê berê yê Sipaha Pasdarên Şoreşa Îranê, Tumgeneral Muhsen Rezayî ragihand ku Îran ew ê bi mûşek û dronan bersiva her êrişeke Emrîkayê bide.
Neteweyên Yekbûyî ragihand ku şêweyekî xwezayî yê hewayê yê El Nîno, ku dê germahiyê li cîhanek ku jixwe di bin zexta guherîna avhewayê de ye, hêj bêtir zêde bike, dibe ku di nav çend hefteyan de dest pê bike.
Di meha Gulanê de li Spanyayê ji ber germahîyê hejmarê mirinan gihîşt asteke bilind. Li welat tenê di nav mehekî de 101 kesan ji ber hewaya germ canê xwe ji dest dan.
Li paytext Delhîya Nû ya Hîndistanê di otêlekî de şewat derket, di encama şewatê de 21 kesan canê xwe ji dest dan.