Cîhada Îslamî: Tofana Eqsayê bûyerek dîrokî ye
Cîgirê Sekreterê Giştî yê Tevgera Cîhada Îslamî Dr. Muhammed el-Hindî, diyar kir ku encamên Tofana El-Eqsayê ew ê pêşeroja Filistîn û herêmê di dehsalên pêş de mîna bûyerên sala 1948an şekil bidin.
Dr. Muhammed el-Hindî, destnîşan kir ku Tofana Eqsayê li dijî rejîma îşxalker bûyerek dîrokî ye.
El-Hindi diyar kir, "Armanca şêwirmendiya di navbera koman de piştgirîkirina lîsteyek neteweyî ya yekgirtî û yekkirina rêzan e. Tevger wê ji bo hilbijartinan namzetan destnîşan neke, lê ew ê piştgirîya her lîsteyek neteweyî ya lihevkirî bike."
El-Hindi bi bîr xist ku gelê Xezzeyê demeke dirêj e sebir dikeû tu qeweteke wê ya qetlîam, birçîbûnî û kêm xistineke zêdetir bijî nemaye, “Me daxwaz kir ku heta ku gelê me qedera xwe bi xwe dikaribe tayîn bike û vêya jî bike bin garantîyekî Rêxistina Xelasîya Filistînê were islahkirin û ji nû ve were vesazkirin hilbijartin werin taloqkirin.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di êrîşa ÎHA ya ku li herêma Kordofan a Sûdanê li dijî komeke sivîlan pêk hat de, 8 sivîl hatin kuştin û bi dehan jî birîndar bûn.
Li herêma Xaneqîn a Kurdistana Başûr a ser bi parêzgeha Diyala ya Îraqê di mezinahîya 4.4an de erdhejek qewimî.
Serokê Emrîkayê Donald Trump ragihand ku wan bi Venezuelayê re li ser peymana petrolê ya herî mezin a cîhanê li hev kirine. Li gorî agahiyan, ev peyman xebitandina 17 heta 21 zeviyên petrolê digire nav xwe û ji sedî 55ê hilberînê ji aliyê Emrîkayê ve tê dayîn.