Serokê Emrîqayê Joe Bîden got ku, “Sîvîlên li Xezzeyê di encama van bombeyan de û ji ber ku (îsraîl) ketîye nav cîhên sîvîlan hatine kuştin.”
Bireveberîya Emrîqayê, rast kir ku “Ji ber endîşeya ku ew ê canê sîvîlan li Refahê bikeve nav talûkeyê” ji rejîma sîyonîst re “transfera cebilxaneyan rawesandîye.”
Hat destnîşankirin ku di encama biryara ku hatîye girtin de, sewqîyata hezar û 800 heb bombeyên ku 900 kîlo ne û hezar û 700 heb bombeyên ku 225 kîlo ne hatine rawestandin.
Serokê Emrîqayê Joe Bîden ji CNNê re axivî û derheqê sekinandina sewqîyatan de axivî.
Bîden weha got, “Sîvîlên li Xezzeyê di encama van bombeyan de û ji ber ku (îsraîl) ketîye nav cîhên sîvîlan hatine kuştin” bi vê şeklê wî qebûl kir ku sîvîlên li Fîlîstînê bi bombeyên Emrîqayê ve hatine kuştin.
Bîden destnîşan kir ku ew berê jî ji serokwezîrê qaşo yê rejîma îşxalker Binyamîn Netenyahu re ji bona ku teşebûsê êrîşeke bejahî ya bi berfirehî ya li dijî Refahê neke hişyarîyan ji wî re daye, “Min ji wî re got ger ku bikevin Refahê, hêj (berfirehî) neketine, ger ku bikevinê wê çaxê em ê çekên ku li Refahê û bajarên dinê têne şixulandin nedin wan.”
Bîden, destnîşan kir ku ew hêna jî di fikra girêdaybûna bi teahhûdên temînkirina ewlehîya rejîma sîyonîst de ne. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Hat ragihandin ku yek ji helîkopterên konvoya Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî qeza kir.
Hejmara wan kesên ku di qetlîama ku ji teref siyonistên îşxalker ve hat destpêkirin de şehîd dibin her ku diçin zêde dibin.
Balafirên şer û topên rejîma terorê heta ber destê şeveqê êrîşên xwe yên li ser Xezzeyê domand. Di encama êrîşan de yek jê rojnameger bi dehan Filistînî şehîd bûn.
Xalid Meşalê Berpirsîyarê Karên Derve yê HAMASê got ku, ew ji bo têk birina rejîma îşxalker û ji holê rakirina projeya sîyonîst bi fersendeke dîrokî rûbirû ne.