Bi sedan Filistînî li El Xelîlê li ser axa xwe ya îşxalkirî nimêj kirin
Li bajarokên Dura û Îzna yên El Xelîlê, bi sedan Filistînî li ser erdên ku îşxalkerên sîyonîst û çeteyên Cihû hewl didin dest deynin ser wan nimêj kirin û tekez kirin ku ew axa xwe diparêzin.
Li El Xelîla li Şerîaya Rojava ya dagirkirî, bi sedan Filistînî li ser erdên çandiniyê yên ku ji aliyê îşxalkerên siyonîst û milîsên cihû ve hatine hedefgirtin, nimêja înê kirin û peyama dilsoziya xwe ji bo axa xwe şandin.
Li gorî çavkaniyên herêmî, bi sedan kes li herêma Hemse ya li rojavayê bajarokê Dura û taxa Celatiye ya li rojhilatê bajarokê Îznayê ji bona ku nimêja înê ya girseyî li dijî hewldana dagirkirinê bikin kom bûn.
Filistînî dibêjin ku îşxalker rê li ber cotkaran digirin ku bigihîjin van deveran û zeviyên xwe biçînin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Hîzbullahê ragihand ku wan hewldana êrîşeke bejayî ya rejîma sîyonîst li başûrê Lubnanê têk biriye û di pevçûnan de gelek tankên Merkawa û wesayîteke leşkerî jî hatine îmhakirin.
Wezareta Karên Hundir a Sûrîyeyê ragihand ku li herêma Seydnaya ya gundewarê Şamê goreke komî ya sala 2014an hatiye dîtin. Tê bawerkirin ku di gorê de termên kesên ku di şerê herêma Qelemûnê de mirine hene.
Fermandariya Navendî ya Emrîkayê ragihand ku Îranê bi armanca hedefgirtina keştîyên bazirganî yên ku di Tengava Hurmuzê re derbas dibûn, bêmirovên êrîşkar avêtine û hemî dronan hatine bêtesîrkirin.