Azan li axên Filistînê tê qedexekirin: Mizgeft bi cezayên giran re rû bi rû dimînin
Îtamar Ben-Gvir, Wezîrê Ewlehiya Neteweyî yê rastgir ê rejîma sîyonîst, pêşnûmeqanûnek ji nû ve da destpêkirin ku armanc dike azanê li axên îşxalkirî yên Filistînê sînordar bike. Ev pêşnûmeqanûn, ku berê ketiye nîqaşa parlemanî, ew ê sînordarkirinên li ser pergalên deng li mizgeftan ferz bike û cezayên deh hezaran şîkelî ji bo neguhdana vê pêşnûmeyê destnîşan bike.
Îtamar Ben-Gvir, Wezîrê Ewlehiya Neteweyî yê rastgir ê rejîma sîyonîst, hewlên xwe yên ji bo hedefgirtina azanê li axên îşxalkirî yên Filistînê zêde kiriye. Ben-Gvir, ku bi daxuyaniyên xwe yên provokatîf ên li dijî gelê Filistînê û nirxên Îslamî gelek caran dibe manşetan, di vîdyoyekê de ku li ser hesabê xwe yê medyaya civakî parve kir, piştgiriya xwe ji bo pêşnûmeqanûnek dijî azanê nîşan da.
Di vîdyoyê de, Ben-Gvir dengê azanê ya ji mizgeftan tê wekî "azarker" bi nav kir û got, "Ez ê dengê ji mizgeftan tê qut bikim." Wezîrê rastgir ê tundrew, ku li kêleka dîmenên banga nimêjê axivî, piştgiriya xwe ji bo rêziknameya nû nîşan da û got ku ew ê rewşa heyî biguherîne.
Li gorî rêziknameyê, sazkirin an bikaranîna pergalên deng di mizgeftan de bê destûr dê qedexe be. Mizgeftên ku li gorî rêziknameyan tevbigerin, dibe ku heta 50.000 şekel cezayê pereyan werbigirin. Ev mîqdar bi qasî 17.500 dolarî ye. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Şêwirmendê Rêberê Dînî yê Îranê Mucteba Xameneî û fermandarê berê yê Sipaha Pasdarên Şoreşa Îranê, Tumgeneral Muhsen Rezayî ragihand ku Îran ew ê bi mûşek û dronan bersiva her êrişeke Emrîkayê bide.
Neteweyên Yekbûyî ragihand ku şêweyekî xwezayî yê hewayê yê El Nîno, ku dê germahiyê li cîhanek ku jixwe di bin zexta guherîna avhewayê de ye, hêj bêtir zêde bike, dibe ku di nav çend hefteyan de dest pê bike.
Di meha Gulanê de li Spanyayê ji ber germahîyê hejmarê mirinan gihîşt asteke bilind. Li welat tenê di nav mehekî de 101 kesan ji ber hewaya germ canê xwe ji dest dan.
Li paytext Delhîya Nû ya Hîndistanê di otêlekî de şewat derket, di encama şewatê de 21 kesan canê xwe ji dest dan.