Agirbesta li Xezzeyê dîsa hat îxlalkirin: 1 şehîd, 14 birîndar
Digel peymana agirbesta li Xezzeyê, rejîma îşxalker êrîş û îxlalkirinên agirbestê berdewam kir. Di encama êrîşên bêmirov û gulebaranê de, Filistîniyek şehîd bû û 14 kes jî birîndar bûn.
Li gorî çavkaniyên tenduristiyê yên li Xezzeyê, di êrîşên ku ji aliyê balafirên bêmirov û yekîneyên leşkerî yên rejîma îşxalker ve hatine kirin de Filistîniyekî canê xwe ji dest da û 14 kes jî birîndar bûn.
Wehab Xelîl Bedr el-Edhem ku di êrîşeke li herêma Cebeliye ya bakurê Xezzeyê de bi giranî birîndar bûbû, li nexweşxaneya şehîd ket.
Di êrîşeke bêmirov li ser herêma pîşesaziyê ya rojavayê bajarê Xezzeyê de, 10 kes birîndar bûn. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Weqfa Êtîman bal kişand ser krîza mirovî ya li Xezzeyê û diyar kir, "Niha dem hatiye ku balê bikişînin ser trajediya mirovî ya li Xezzeyê û careke din wijdan şiyar bibin."
Li Bulgaristanê, li ser Rêya Trakyayê ji ber mijê du qezayên zincîrî yên cuda ku nêzîkî 70 wesayît tê de beşdar bûn qewimîn. Di qezayan de deh kes mirin û 16 kes jî birîndar bûn.
Sekreterê Konseya Bilind a Ewlekariya Neteweyî ya Îranê, Muhsîn Rezaî, di daxuyaniyekê de derbarê têkiliyên berdewam ên bi Washingtonê re got ku divê heft şertên ku berê Tehranê diyar kiribûn werin qebûlkirin û bang li Emrîkayê kir ku dev ji "çêkirina nûçeyên derew li ser mizakereyan" berde.