Îtalya burka û çarşefê qedexe dike: Gotara "azadî" kê digire nav xwe?
Li Îtalyayê, hikûmeta bi serokatiya Serokwezîr Giorgia Meloni rêziknameyek pejirand ku cilên rûpoş ên wekî burka û çarşefê li dibistanan qedexe dike. Tê gotin ku qedexeyê nîqaşek nû der barê hilbijartina takekesî û azadiyên dînî de derxistiye holê, û bal kişandiye ser du pîvanên li ser azadiyan.
Li Îtalyayê, hikûmeta hevpeymaniyê ya rastgir, wekî beşek ji rêziknameyeke nû di sektora perwerdehiyê de, karanîna cilên rû vedişêrin ên wekî burka û pêçan li dibistanan qedexe kir.
Li gorî rêziknameya ku ji aliyê Lijneya Wezîran ve, bi serokatiya Serokwezîr Giorgia Meloni, hatiye pejirandin, heta ku sedemên tenduristî an ewlehiyê yên taybetî nebin, nixumandina rûyê mirovan bi awayekî ku nasnameyê asteng bike nayê destûr kirin. Kesên ku li gorî qedexeyê tevbigerin, dikarin bi cezayên heta 1000 euroyî re rû bi rû bimînin.
Burqa û çarşef di bin êrîşê de ne
Ev rêzikname rasterast bandorê li hilbijartinên cil û bergên jinên Misilman dike, nemaze yên ku burka û çarşefê li xwe dikin.
Hikûmet qedexeyê bi hinceta "entegrasyonê" û hêsankirina ragihandinê di hawîrdora dibistanê de diparêze. Serokwezîr Melonî ragihand ku ev rêzikname dê "dawîyê li burka û pêçan" li dibistanan bîne.
Gotara "azadî" çiqas berfireh e?
Her çiqas hikûmeta Îtalyayê rêziknameyê di çarçoveya entegrasyona civakî û siyaseta perwerdehiyê de pêşkêş bike jî, opozîsyon û hin perwerdekar bi awayekî neyînî li ser pêkanînê bertek nîşan didin.
Rêziknameya perwerdehiyê li benda pejirandina parlementoyê ye. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Hamasê ji bo protestokirina êrîş û dorpêça Xezzeyê ya ji aliyê rejîma işxalker ve, bang li tevahiya cîhanê kir ku di 13, 14 û 15ê Mijdarê de li çaraliyê cîhanê xwepêşandan, meş û çalakiyên hevgirtinê werin lidarxistin.
Ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve, hejmara Filistîniyên ku li Şerîda Xezzeyê ji ber êrîşên rejîma îşxalker şehîd bûne gihîştiye 74 hezar û 653 kesan, her wiha hejmara birîndaran jî gihîştiye 176 hezar û 7 kesan.
Li herêmên cuda yên Xezzeyê êrîşên bi top û hewayî qewimîn. Di encama êrîşên rejima îşxalker de yek jê zarok 7 Filistînî şehîd bûn, gelek kes jî birîndar bûn.
Li başûrê paytext Selu ya Koreya Başûr, di saetên serê sibehê de otobûsek li 32 wesayîtên ku di elektrîkên trafîkê de sekinîbûn qelibî, di encamê de 57 kes birîndar bûn.