Îşxalkeran Xezze û Xan Yûnis bombebaran kirin: 4 şehîd
Di encama bombebarana artêşa rejîma îşxalker a sîyonîst li Xan Yûnis û Xezzeyê de çar kes şehîd bûn û gelek kes jî birîndar bûn.
Hêzên îşxalker peymana agirbestê ya ku bi navbeynkariya welatên Ereb û Îslamî û Emrîkayê di 10ê Cotmeha 2025an de li Şerm el-Şêx a Misrê hatibû îmzekirin û qaşo êrîşa li ser Xezzeyê bi dawî kiribû, di roja xwe ya 323an de îxlal dikin.
Sibeha Înê ya zû, li Şerîda Xezzeyê îxlalkirinên nû yên agirbestê çêbûn; helîkopter û keştîyên şer ên dagirkeriyê gulebaran kirin û êrîşên çekdarî kirin.
Medyaya herêmî ragihand ku sê Filistînî ji heman malbatê di encama bombebarana îşxalkeran de li herêma el-Kerara ya bakurê bajarê Xan Yûnisê şehîd bûn.
Çavkaniyên bijîşkî yên li Nexweşxaneya El-Şîfa ya li rojavayê bajarê Xezayê jî ragihandin ku di encama bombebarana artêşa îşxalker a li ser komek sivîlan li taxa El-Sebra de, cenazeyê şehîdekî û gelek birîndaran anîne nexweşxaneyê. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li gorî Ajansa Kêmkirin û Birêvebirina Rîska Felaketên Neteweyî ya welat, çarenûsa nêzîkî 2.000 kesan hîn nayê zanîn.
Serokkomarê Sûrîyeyê Ahmed el-Şara, fermandarê berê yê Hêzên Sûriyeyê yên Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî, wek şêwirmendê serokkomarî tayîn kir.
Berdevkê Kremlinê Dmitry Peskov ragihand ku danûstandinên aştiyê yên di navbera Rûsya û Ukraynayê de di vê merhaleyê de rawestiyane û derbarê pêvajoya danûstandinan de ti pêşniyarên nû nînin.